Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh

Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê li Navenda Çandê ya bajêr, bi dirûşma “Em ê bibin pirên aştiyê” şevbuhêrkek û pêşangehek li dar xist.

Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
23 cotmeh, 2023   21:15
REQA

Nûnerên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komîteya Çandê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, wêjevan û ronakbîrên ji Reeqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Bêkes Darî bi navê Komîteya Amadekar axivî û got: “Tevî pêvajoya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Filistîn û Sûriyeyê tê re derbas dibin, dijwar in, lê dîsa jî jiyan dê berdewam bike.”

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl wiha axivî “Piştî ku DAIŞ`ê, kete bajêr, jin û çanda herêmê kir hedef, rêveberiya sivîl di gelek zehmetiyan re derbas bû. Di wê demê de, binesaziya çandî ya herêmê têk çû. Lê piştî rizgarkirinê, pêwîst bû wêraniya şer were sererastkirin, çandeke saxlem bi rêya naskirina pêkhateyan pêwîst bû.  Bi rêya Rêveberiya Xweser û Komîteya Çandê me bala gelek wêjevan û helbestvanan kişand. Me hewl da fikrê çandî li bajêr vegerînin.”

Destpêka çalakiyê, pêşangehek hate lidarxistin. Di wê pêşangehê de hin peykerên têkildarî çanda Reqayê, hatin pêşandan. Dûre şevbuhêrkek hate lidarxist ku gelek hunermendên herêmê û koma Navenda Çandê ya Reqayê berhemên xwe vegotin.

(şx)

ANHA