′Bi rihê fedaî yê şehîd Bêrîtan berxwedana li dijî xiyanetê mezin bû′

Dayikên şehîdan ên Helebê şehîd Bêrîtan bi bîr anî û got, çalakî û têkoşîna şehîd Bêrîtan berxwedana gelê Kurd a li dijî xiyanetê mezin kir.

′Bi rihê fedaî yê şehîd Bêrîtan berxwedana li dijî xiyanetê mezin bû′
24 cotmeh, 2023   03:38
HELEB
MIHEMED EBDO

Dayikên gerîlayên HPG′ê yên şehîd ên ji Helebê şehîd Bêrîtan bi bîr anî û xiyaneta PDK′ê şermezar kir.

`BÊRÎTAN NIMÛNEYA FEDAKARÎ Û FEDAÎTIYÊ YE`

Dayika şehîd Akif (Welîd Reşo) Fatme Xelo destnîşan kir ku wê di salên 90`î de di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de kar dikir û bi rêya fîlmê şehîd Bêrîtan ciwan teşwîq dikirin ku tev li tevgerê bibin.

Fatme Xelo anî ziman ku şehîd Bêrîtan di fedakarî û fedaîtiyê de bû mînak û got: “Keç û xortên Kurd  ji wê kêliyê ve ji xiyaneta PDK`ê ya beriya 31`an ve hişyar bûn û soz dan ku tola şehîd Bêrîtan hilînin.′′

Fatme diyar kir ku cîhan tev da dijminatiya gelê Kurd dike û got: “Kesek li pişt Kurdan tune ye. Em û çiya hene. Divê destê xayînan bê qutkirin û ji bo rizgarkirina gel têkoşîn berdewam bike.”

ŞEHÎDA KU SERÎ JI DAGIRKERAN Û XAYÎNAN RE NETEWAND

Dayika şehîd Honar (Mihemed Memo Hecî) Xedîce Ico, anî ziman ku bi saya ramana Rêber Abdullah Ocalan, gel ji xayîn û planên qirkirinê hişyar bû û wiha domand: ′′ Rêber Abdullah Ocalan, azadiya rasteqîn da jinan û hişt ku jinên Kurd, şehîd Bêrîtan jî di nav de bi bandor bibin û tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibin, da ku di serî xwe nas bikin û rastiya parastina xaka xwe jî nas bikin."

Xedîce got, bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Bêrîtan serî ji dagirkeran û alîgirên wan re netewand û destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan şehadet li ser ketina destê hêzên PDK′ê yên xayîn re tercîh kir.

`RÊBERTÎ NAVÊ JINA KURD DI DÎROKA CÎHANÊ DE XÊZ KIR`

Girêdayî encamên çalakiya fedaî ya şehîd Bêrîtan Xedîce Ico got: “Piştî çalakiya şehîd Bêrîtan gelek endamên PDK′ê mayîna li malê di ser şûna pêkanîna êrişan li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê re tercîh kir. Çalakiya şehîd Bêrîtan xiyaneta rêveberên PDK`ê û hevkariya wan a bi dewleta Tirk a dagirker re aşkera kirin.”

Xedîce destnîşan kir ku eger navê jina Kurd di dîroka cîhanê de wekî jinên berxwedêr hatiye nivisandin, ev yek ji encamên fedakariyên fermandar Bêrîtan û hevalên wê yên şehîd e.  Her wiha hêvî kir ku armancên şehîdan di avakirina welatekî demokratîk a pirreng de pêk werin.

`EM DÊ RÊGEZÊN ŞOREŞA JINAN BIPARÊZIN`

Dayika her du şehîdan; Şêr (Berdirxan Elûş) û Mezlûm (Şêxmûs Elûş) Emîne Mihemed got, eşqa welat a ku şehîd şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedaî afirandiye, hişt ku her du kurên wê di salên notî de tev li têkoşîna tevgerê bibin da ku tola şehîdan hilînin.

Emîne îşaret pê kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji destpêkê ve ew e ku bi rêya xiyaneta PDK′ê pirsgirêka Kurd tesfiye bike ku li pêşiya hêviyên gelê Kurd bûye kelem.

Emîne Mihemed di dawiyê de soz da ku dê li ser rêya şehîdan bin û bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan berxwedanê berdewam bikin ta ku armancên xwe di avakirina welatekî demokratîk û azad û parastina rêgezên şoreşa jinan de pêk bînin.

(şx)

ANHA