Kurtejiyana şehîd Mehmûd El Wero 

Şehîd Mehmûd El Wero û birayên xwe ji bo parastina herêmê ji êrişan  bilez tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn. Mehmûd El Werdo tevî 28 hevalên xwe li Akademiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê şehîd bû.

Kurtejiyana şehîd Mehmûd El Wero 
Kurtejiyana şehîd Mehmûd El Wero 
Kurtejiyana şehîd Mehmûd El Wero 
Kurtejiyana şehîd Mehmûd El Wero 
Kurtejiyana şehîd Mehmûd El Wero 
Kurtejiyana şehîd Mehmûd El Wero 
24 cotmeh, 2023   05:45
QAMİŞLO
RÊNAS REMO-CÎHAN SİLÊMAN

8`ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker Akademiya Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê ya li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê kir hedef û di encamê de Mehmûd El Wero û 28 hevrêyên xwe şehîd bûn.

Mehmûd El Wero, sala 1992`yan li gundê Um El Îzam ê bajarokê Ebû Firi yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ji dayik bûye û li gund xwendina seretayî û navîn diqedîne. Sala 2018`an jî tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe.

Şehîd Mehmûd di malbateke welatparêz a Ereb de mezin dibe ku 4 bira û xwişkên wî hene.

Şehîd Mehmûd bi exlaqê xwe, dilsoziya xwe di kar û welat de tê naskirin. Piştî êrişên çeteyan bilez tev li hêzên parastinê dibe. Li ser wê esasê birayên wî jî tev li QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn.

Şehîd Mehmûd bi ramana biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk bawer bû û di dan û standinên xwe yên li gel heval û cîranên xwe de ev bawerî îsbat kir. Şehîd Mehmûd bavê du zarokan e û navekî kurdî an ku navê Şêrîn dide keça xwe.

Der barê jiyana şehîd Mehmûd de xwişka wî Xaliye El Wero behsa bîranêna birayên xwe yên zarokatiyê kir: “Dilgeş bû û rihetî dida malê. Di dan û standinên xwe de baş bû. Erkên xwe bi rêk û pêk dikanî cih. Ji ber wê her tim xelkê gund pesna wî didan. Ez pê serbilind bûm û hîna serbilind im.′′

Xaliye diyar kir ku birayê wê Mehmûd beşdarî operasyoênên ewlehiyê yên li Holê bû û got: "Parastina herêmê û şêniyan wekî erkekî xwe didît û ji malbatê re jêdera hêzê bû.′′

Xaliye êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û soz da ku dê rêya şehîdan bidomînin û berdêl çi dibe bila bibe rêya zarokên xwe temam bikin

Xaliye bang li hevrêyên birayê xwe yên di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de kir û got: “Parastina herêmê û şopandina rêya şehîd Mehmûd, erka we ye.”

`EM DÊ TOLA ŞEHÎDAN Û WELATÊ XWE HİLÎNİN`

Birayê şehîd ku şervanê QSD`ê ye Ebdulqadir El Wero balkişand ser baldariya birayê xwe li ser hurgiliyên danûstandina li gel kesên din û got: “Dema ez tev li pêngava xurtkirina ewlehiyê ya Dêrazorê bûm, birayê min ji min re digot, baldar be, xwe û hevalên xwe biparêze. Girîngî dida hûrgiliyên biçûk û eleqeyeke mezin dida têkiliyên bi derdorê re."

Ebdulqadir anî ziman ku ew ê rêya birayê xwe  berdewam bike û tola wî û welêt hilîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em 4 bira ne, em ê rêya birayê xwe Mehmûd berdewam bikin. Çi dibe bila bibe em ê herêm û xelkê xwe ji êrişan biparêzin. Bila dijmin bizanibe ku kurê wî dê cihê bavê xwe bigre û rêya wî temam bike. Têkoşîna me berdewam e heta serkeftin pêk were.”

(şx)

ANHA