Li Reqayê ciwanek hat kuştin

Li gundewarên Reqayê ciwanek ku îro di gulebarana çekdarên nenas de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Li Reqayê ciwanek hat kuştin
24 tebax, 2026   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SORH‘ê, li çatrêya Nemîse ya gundewarê Reqayê çekdarên nenas gule li ciwanekî reşandin û ber bi cihekî ne diyar ve reviyan.

Ciwanê hat gulebarankirin bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.

Êrişkar, kesên girêdayî wan û sedema êrişê nehatin zanîn.

SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka 2026’an ve 332 sûc hatine kirin, di encamê de 360 kes mirine.

(f)