Di civîna Desteya Şopandin û Tespîtê de biryara avakirina 4 bin desteyan

Di civîna Desteya Şopandin û Tespîtê de ku bi qasî 3,5 seatan domiya, biryara avakirina 4 bin desteyan hat dayîn.

Di civîna Desteya Şopandin û Tespîtê de biryara avakirina 4 bin desteyan
24 tebax, 2026   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçovaya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” bi 467 dengan li Meclisa Tirkiyeyê hat derxistin û di rojnameya fermî de hat ragihandin. Ji bo sepandin anku pratîkirina qanûnê dê 3 destê bên avakirin. Yek van destayan jî Desteya Şopandin û Tespîtê ye. Desteya Şopandin û Tespîtê bi rêveberiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz li Beştepeyê civina xwe ya yekem li dar xist. Di civînê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîfçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê MÎT‘ê Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî ya MGK‘ Oktay Memîş jî amade bûn. Civîn bi qasî 3,5 seatan domiya. Piştî civînê daxuyaniyeke nîviskî hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bin banê Desteya Şopandin û Tespîtê de 4 komîsyon hatine avakirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Îro civîna yekem hat lidarxistin û di vê çarçoveye de;

*Ji bo rêvebirina vê desteyê û koordinasyona yên ku tevlî vê desteyê bûne hatin nirxandin.

*Rê û rebazên ku ji bo xebatên vê desteyê hatin niqaşkirin.

* Biryara avakirina Bin Desteya Kordînasyona Karên Edlî û Hiqûqî, Bin Desteya Çevderî û Tespîtê, Bin Desteya Yekbûyîn û  Ahenkbûna Civakî û Bin Desteya Kordînasyona Bêçekkirin û Stratejiyê hate dayîn.