Li Reqa û Dêrazorê pevçûnên eşîrî; hejmarek kes birîndar bûn

Li bajarê Reqa, Dêrazor û gundewarê wê pevçûnên malbatî û eşîrî derketin, hejmarek kes birîndar bûn.

Li Reqa û Dêrazorê pevçûnên eşîrî; hejmarek kes birîndar bûn
15 nîsan, 2026   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ji ber tevliheviya ewlehiyê, li Reqa û Dêrazorê pevçûnên komî û bikaranîna çekan zêde bûne, bi wê re hejmarek kes di van pevçûnan de birîndar bûne. 

Li gorî çavkaniyên ji SOHRˊê aşkera kiriye, li nêzîkî mistefa Rehman a taxa Rimêle yê Reqayê ji ber pirsgirêkên kevin di nava aliyên herêmî de nakokî derket, bi tundî li hev dan, piştre alavên tûj hatin biakranîn. Di encamê de hejmarek kes birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê.

Li nêzî Çerxerêya Kura Erdiye ya taxa Cora ya Dêrazorê pevçûneke din derket, çek hatin bikaranîn, li wir jî kesek birîndar bûn.

Li bajarokê Xeranîc ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî, pevçûnên komî û guleavêtin çêbû.

Ev bûyer balê dikişînin ser xeteriya tevliheviya ewlehî û belavbûna çekan li herêmên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û nedisplînkirina van çekan, ji lew re ji ber tol û nakokiyên berê alozî dewam dikin.

(fr)