Li Quneytîrayê alozî didome

Hêzên Îsraîlê li nêzî gundê Heder ê Quneytîrayê şivanek girt, di heman demê de derdora gundên Hemîdiyê û Zubeyde Xerbiyê topbaran kirin.

Li Quneytîrayê alozî didome
23 cotmeh, 2026   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziyên parêzgeha Quneytîrayê berdewamin. Hêzên Îsraîlê şivanek li herêma Sehîta li derdora gundê Heder ê bakurê parêzgehê girt.

Di heman demê de topavêja Îsraîlê derdora gundên Hemîdiyê û Zubeyde Xerbiyê topbaran kir, tu agahiyên der barê zirar û windahiyan de nehatin bidestxistin.

Li daristana Cubata Xeşeb ê Quneytîrayê jî ji ber bombeya şewqê ya hêzên Îsraîlê şewatek pêk hat.

(f)