Li Reqayê 2 diz hatin girtin

Hêzên Dijî Tawanan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 2 tawanbarên diziya mal û milkên taybet li Reqayê hatin girtin.

Li Reqayê 2 diz hatin girtin
22 adar, 2025   22:25
NAVEDNA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Dijî Tawanan 2 tawanbarên diziya mal û milkên taybet li Reqayê girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, piştî giliyek fermî ji Desteya Dozgeriya Giştî hate wergirtin, Hêzên Dijî Tawanan li bajarê Reqayê 2 kes bi tohmeta diziya mal û milkên taybet di 20’ê Adarê de girtin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî gilî hat wergirtin tîmenên pispor yekser dest bi lêgerîn, lêpirsîn û komkirina agahiyan kirin ku nasnameya tawanbaran diyar bikin. Di encamê de cihê her du tawanbaran hat diyarkirin û hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di lêpirsînan de her du tawanbaran li xwe mikur hat ku wan karê diziyê kiriye û piştre ji bo temamkirina tedbîrên qanûnî yên guncaw ew ji Dozgeriya Giştî re hatin veguhastin.

Di dawiyê de Hêzên Dijî Tawanan diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li dijî tawanan, parastina ewlehî û îstîqrara herêmê bidomînin, her wiha hat diyarkirin ku alîkariya welatiyan di agahdariya têkildarî rewşên biguman de girîng e ku aramî û îstîqrar misoger bibe.

(fr)