Li Qamişloyê 7 tabûrên din ên parastinê hatin avakirin

Ji bo piştgiriya QSD û YPJˋê û parastina herêmên xwe Meclisa Gel a taxên Hilîliyê û Aşûriyê yên bajarê Qamişlo 7 tabûr ava kirin.

11 ÇILE, 2025   19:13
QAMIŞLO

Meclisa Gel a taxên Hilîliyê û Aşûriyê yên bajarê Qamişlo, ji bo piştgiriya QSD'ê bikin, avakirina 7 tabûrên din ên girêdayî Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyanî ji aliyê endama Endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Salîha Silêman ve li parka Rêber Abdullah Ocalan a taxa Hilîliyê hat xwendin.

Daxuyaniya duyem jî ji aliyê endama Desteya Aborî Medya Osê bi zimanê Erebî, ji aliyê endamê PYD’ê Mihemed Ebdurezaq Ehmed ve bi zimanê Kurdî li tesîsa werzîşê ya Heysem Kiço ya li taxa Aşûriyê hat xwendin.

 Di  her du daxuyaniyan de bal li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat kişandin û hat diyarkirin ku çi dibe bila bibe ew ê berxwedana hêzên QSD, YPG û YPJ’ê heya dawî û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Di daxuyaniyê de berxwedana hêzên QSD, YPG û YPJ’ê ya li Bendava Tişrînê hate silavkirin û hat diyarkirin ku ew ê di çarçoveya beşdariya seferberiyê de li kêleka berxwedana hêzên QSD, YPG û YPJ’ê bisekinin.

Berdewama daxuyaniyê wiha ye;

“Bi dirûşmeya her gund, kolan, tax û bajar em xwe bi rêxistin bikin, destkeftiyên şoreşê bigihînin serkeftina jiyaneke demokratîk. Em avakirina 3 tabûrên di bin sîwana HPC’ê de ji raya giştî re radighînin û diyar dikin ku her tim em ê xwe li ser esasê parastina cewherî biparêzin û dagirkeriyê têk bibin.”

Di dawiyê de alên QSD, YPG û YPJ’ê hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê” hatin berzkirin.

(bm/fr)

ANHA