Li gundê Mesreb ê Sirînê komkujî: 2 zarok û bavê wan şehîd bûn

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê maleke sivîlan bombebaran kir û komkujiyek pêk anî, di encamê de di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes ji heman malbatê şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Mesreb ê Sirînê komkujî: 2 zarok û bavê wan şehîd bûn
11 ÇILE, 2025   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Saet 18:00ˋan vê êvarê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê kantona Firatê maleke sivîlan bombebaran kir û komkujiyek pêk anî, di encamê de bav û 2 zarokên xwe şehîd bûn.

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, di encama êrişa balafirên şer de di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes şehîd bûn. Her wiha 5 kes jî ji heman malbatê tevî dayikan birîndar bûn.

Navên şehîdan wiha ne: Îsmalîl Hisên Mustefa (37), Fatme Îsmaîl Mustefa (12), Aşye Îsmaîl Mustefa (13).

Navên birîndaran jî wiha ye: Hisên Îsmalî Mustefa (10), Xilûd Îsmaîl Mustefa (8), Elî Îsmalî Mustefa (2) û Behriye Îsmal Mustefa (1) û Îman Îsmaîl Mustefa (5).

(fr)