Rêxistina HPC'ê ya Dirbêsiyê: Em amade ne bi QSDˋê re herêmên xwe biparêzin

Rêxistina HPC'ê ya bajarokê Qermanî yê bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ew amade ne herêmên xwe biparêzin û bi QSD'ê re êrişên dagirkeriyê têk bibin.

Rêxistina HPC'ê ya Dirbêsiyê: Em amade ne bi QSDˋê re herêmên xwe biparêzin
11 ÇILE, 2025   18:29
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakê (HPC) yên bajarokê Qermanî yê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê xwedîderketina li seferberiya giştî û destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ragihand.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî binesaziya herêmê hatin şermezarkirin û berxwedana dîrokî ya QSD'ê ya li hemberî wan êrişan hat silavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de piştgirî ji bo QSD'ê û amadebûna ji bo parastina herêmê hat nîşandan û bang li ciwan, jin û tevahî gel hat kirin ku li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

(mh/fr)

ANHA