Şehîd Îbrahîm El Hesen li Hesekê hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê û Til Birakê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Îbrahîm El Hesen li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir kir.

Şehîd Îbrahîm El Hesen li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm El Hesen li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm El Hesen li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm El Hesen li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm El Hesen li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm El Hesen li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm El Hesen li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm El Hesen li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm El Hesen li Hesekê hat oxirkirin
18 tîrmeh 2024   21:40
HESEKÊ

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Îbrahîm El Hesen (Demhat) bi beşdariya dehan şêniyên bajarê Hesekê û Til Birakê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hat oxirkirin. Şehîd Demhat dema li ser erka xwe bû di 16ˊê Tîrmehê de şehîd bû.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Ruba Mihemed axivî û got: “Tu axaftin nikarin wesfê şehîdan bidin. Ji ber ku canê xwe di oxira pêkanîna ewlehî û aştiyê de feda kirin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya kantona Cizîrê Aras Til Hemîsê axivî û got: “Em soz didin malbata şehîd Îbrahîm û tvahî şehîdên azadiyê ku rêya wan bişopînin da ku em serkeftinê misoger bikin û pêkhateyên Sûriyeyê biparêzin."

Di dawiya merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Weed El Ilêwî wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(mg/fr)