50 malbatên ji taxa Xiwêran a Hesekê ji Serêkaniyê vegeriyan

50 malbatên ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yên li Serêkaniyê bi cih bûbûn, di çarçoveya bernameya vegerê de vegeriyan malên xwe.

50 malbatên ji taxa Xiwêran a Hesekê ji Serêkaniyê vegeriyan
8 cotmeh, 2026   15:58
HESEKÊ

Karwanek ji 50 malbatên ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ku li bajarê Serêkaniyê di malên şêniyan de bi cih bûbûn, di çarçoveya bernameya vegerê de vegeriyan malên xwe.

Valakirina malên niştecihên resen ji niştecihên taxa Xiwaran, ji bo vegera malbatên resen pêk hat.

(bb)

ANHA