Li Minbic û Reqayê bazirganên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan li bajarên Minbic û Reqayê bazirganekî hişbirê û 4 belavkarên wê girtin û hişbira bi wan re desteser kir.

Li Minbic û Reqayê bazirganên hişbirê hatin girtin
Li Minbic û Reqayê bazirganên hişbirê hatin girtin
Li Minbic û Reqayê bazirganên hişbirê hatin girtin
11 mijdar, 2024   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzan bazirganekî hişbirê û belavkarên wê li kantonên Minbic û Reqayê girtin.

 Navendê diyar kir ku hêzan di 29'ê Cotmehê de, li bajarê Reqayê bazirganek û belavkarekî hişbirê girtin û bi wan re 18 hezar hebên keptagon girtin.

Di 5'ê Mijdarê de jî, saet di 11'ê şevê de, hêzan li bajarê Minbicê operasyonek pêk anî û di encamê de 4 belavkarên hişbirê girtin û çek û hişbira bi wan re desteser kirin.

Hêzan destnîşan kir ku ew şev û roj ji bo têkbirina hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmê, dixebitin.

(mh)