Li Minbicê mozaîkeke hat dîtin

Li bajarê Minbicê di dema xebatên kolandinê de mozaîkeke hat dîtin.

Li Minbicê mozaîkeke hat dîtin
Li Minbicê mozaîkeke hat dîtin
Li Minbicê mozaîkeke hat dîtin
Li Minbicê mozaîkeke hat dîtin
17 cotmeh, 2024   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Gerînendetiya Şûnwaran a Desteya Çandê ya Kantona Minbicê di dema xebatên kolandinê yên ji bo avakirina avahiyekê de, parçeyên mozaîkekê li naverasta bajar dît.

Tê texmînkirin ku ev mozaîk a serdema Împaratoriya Romayê be.

Malperê diyar kir ku ekîpên gerînendetiyê ji bo parastina wî parçeyî tedbîr girtine.

(bb)