Li Derayê leşkerekî hêzên Şamê hat kuştin

Li Derayê di êrişa çekdarên nenas de leşkrekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

Li Derayê leşkerekî hêzên Şamê hat kuştin
17 cotmeh, 2024   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Derayê ya ku qaşo “lihevhatin” lê çêbûye, alozî û tevlihevî dewam dikin.

Li gorî SOHRˈê di êrişeke çekdarî ya çekdarên nenas de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin. SOHR’ê diyar kir ku êriş bi çekên sivik hat kirin û çekdar piştî êrişê reviyan.

SOHR’ê daxuyand ku ji destpêka îsal ve, 290 bûyerên tevliheviyê ku bi rêbazên cuda hatine kirin, çêbûne. Di encama wan bûyeran de 285 kes hatine kuştin.

(bb)