Li Minbicê erebeyeke bombebarkirî teqiya

Li bajarê Minbicê yê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya, li gorî agahiyan birîndar û kuştî hene.

Li Minbicê erebeyeke bombebarkirî teqiya
1 sibat, 2025   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di berdewama rewşa tevliheviya ewlehiyê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî de erebeyeke bombebarkirî li kolana "Rabîte" ya bajarê Minbicê yê dagirkirî teqiya.

Li gorî agahiyên hatine bidestistin, di encama teqînê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li bajarê Minbicê, ji dema dagirkirina wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve gelek erebeyên bombebarkirî hatine teqandin û gelek kes hatin kuştin.

(fr)