Li Helebê têkildarî girîngiya nenavendiyê di Sûriyeya nû de panel

Komîteya Têkiliyan a rêxistina PYDˋê ya Helebê panelek li dar xist. Beşdarên panelê got wê pergala nenavendiyê di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de bibe alîkar û mafên tevahî pêkhateyan misoger bike.

1 sibat, 2025   19:31
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Bi diruşma "Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeyeke nû" Komîteya Têkiliyan a rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Helebê paneleke diyalogê organîze kir. Di panelê de rewşa heyî, bandora berjewendî û perspektîfên herêmî û navneteweyî li ser siberoja Sûriyeyê û mekanîzmayên avakirina dewleteke nû ya Sûriyeyê û siberojê hatin nîqaşkirin.

Panel li hola Mîra ya li başûrê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya kesayetên navdar û serbixwe, partiyên siyasî, bijîşk, rewşenbîr û parêzeran hat lidarxistin.

Di panelê de hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a PYDˋê ya Helebê Rohat Birîm mijara destpêkê xwend.

Rohat diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasˋê û hatina rêveberiyeke nû li ser desthilatê Sûriye derbasî qonaxeke nû bû. Sûriyeyiyan hêvî dikir ku piştî hilweşînê rêveçûna veguhastinê ber bi qonaxên îstîqrarîtir û mayîndetir ve biçin, lê rewş ne diyar e.

JI BO BIRÊVEBIRINA SÛRIYEYÊ BER BI ÇARESERIYÊ VE PÊWÎSTÎ BI PERGALA DEMOKRASIYÊ HEYE

Di mijarê de hat diyarkirin ku pergala demokrasî pergala herî guncaw ji bo siberoja Sûriyeyê ye, ji ber ku temslîa pirrengiya parteyetê, nenavendiyê dike û tê de mafên tevahî pêkhateyan misoger dike.

Di panelê de hat gotin ku bêyî lihevkirina Sûriyeyiyan li ser pergala nenavendiyê ku xwe dispêre diyalogê, lihevkirin û bingehên demokratîk tu çareserî ji krîza Sûriyeyê re nîn in.

SIYASETA DEMOKRATÎK AZADIYÊ MISOGER DIKE

Dûre beşdaran nîqaş kir. Endazyar Basil Qes Nesrullah ê xiristiyanî ku berê şêwirmenda miftiyê Sûriyeyê bû got ew bi analîzên Rêber Abdullah Ocalan û pêşniyarên wî yên têkildarî bidawîkirina krîzan de bawer û yeqîn e.

GAVÊN AVAKIRINA SÛRIYEYA NENAVENDÎ

Der barê mijarê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqratî ya Kurdî li Sûriyê Remzî Şêxmûs got: "Kurd di vê erdnîgariyê de xelkê resen in, ne koçber in. Lê di koçberkirin û parçekirina welat re derbas bûn."

JI BO PARASTINA MOZAÎKA SÛRIYEYÊ NENAVENDÎ GIRÎNG E

Parêzer Nasir Şêxo jî têgeha nenavendiyê şîrove kir ku tê wateya federaliyê û got: "Daxwaza Kurdan li Sûriyeya nû ya nenavendiyê nayê wateya parçebûnê û mafên wan ên vê yekê heye. Ji ber ku di rejîma berê de di paşguhkirin û mehrûmkirina mafên xwe re derbas bûn."