Sibe li Stenbolê mitînga "Azadiyê" tê lidarxistin

DEM Partî wê li ser peyamên ku di encama hevdîtinên bi Rêbera Abdullah Ocalan re derketine de wê Sibê li Qada Esenyurtê “Mitînga Aştiyê ya ji bo Azadiyê” li dar bixe.

Sibe li Stenbolê mitînga "Azadiyê" tê lidarxistin
1 sibat, 2025   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Part) li ser peyamên ku di encama hevdîtinên bi Rêber Apo re derketine de biryara “Aştiya Civakî û Hevdîtinên Azadiyê” girt.

Di çarçoveya hevdîtinan de wê sibê li Stenbolê mitîng bê lidarxistin. Mitîng saet di 13:00’an de li Qada Esenyurtê bê lidarxistin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari beşdarî mitîngê bibin.

HDK wiha bang kir, “Em gelan, ciwan, kedkkar, jin û hemû beşên baweriyan vedixwînin Mitînga Aştiyê ya ji bo Azadiyê."