Li nêzî Hesekê cenazeya ajokarekî hat dîtin

Li nêzîkî çatrêya El Zîba ya gundewarê Hesekê cenazeyê Mehmûd Mihemed Yûnis ê ku beriya çend rojan di şert û mercên nediyar de winda bûbû, hat dîtin.

Li nêzî Hesekê cenazeya ajokarekî hat dîtin
1 hezîran, 2026   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê Mehmûd Mihemed Yûnis ê ku beriya çend rojan bi awayekî nediyar winda bûbû li çatrêya El Zîba li nêzî bajarokê Sefiya yê Hesekê hat dîtin.

Li gorî agahiyên destpêkê, Mehmûd Mihemed Yûnis beriya çend rojan ji hêla kesên nenas ve dema li ser erebeya xwe ya kirê dixebitî hatibû revandin.

Hat diyarkirin ku aliyên têkildar hûrgiliyên bûyerê û rewşa mirinê dişopînin.

(fr)