Li Laziqiyê şewat çêbû

Şeva borî li herêma Keseb a gundewarên bakurê Laziqiyê şewateke mezin çêbû.

Li Laziqiyê şewat çêbû
1 mijdar, 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Şewat ji gundê El Mûşrifa ber bi El Bedrosiyê ve belav bû û gihaşte gundên Umitlî, El Umme û El Esfûra yên Laziqiyê. Ji ber şewatê ziyaneke mezin gihaşt daristanên herêmê.

Her wiha ji ber şewatê gelek şênî ji herêmê hatin derxistin û hin jî rakirin nexweşxaneyan.

(k)