Koma Muqawema Îslamî: Me 6 êriş birin ser cihên girîng ên Îsraîlê

Koma Muqawema Îslamî ya Iraqê îro ragihand ku wê 6 êrişên bi firokên bêmirov li ser “cihên girîng" ên li Îsraîlê pêk anîne.

Koma Muqawema Îslamî: Me 6 êriş birin ser cihên girîng ên Îsraîlê
1 mijdar, 2024   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Muqawema Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan îro di saetên borî de 6 êrişên bi firokeyên bêmirov birin ser “armancên girîng ên Îsraîlê”.

Koma Muqawema Îslamî  diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya piştgiriya bi gelê Filistîn û Lubnanê de, êrişî li deverên di bin kontrola Îsraîlê dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin êrişa wan gihiştiye armanca xwe, lê di derbarê ziyanan de agahî nehatine standin.

(k)