Li Kuwêtê bi 2 dronan êrişî 2 navendan hat kirin

Wezareta Parastinê ya Kuwêtê diyar kir ku bi 2 dronan êrişî navendên sînorî yên li bakurê Kuwêtê hat kirin, tenê ziyanên madî çêbûn.

Li Kuwêtê bi 2 dronan êrişî 2 navendan hat kirin
24 nîsan, 2026   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Kuwêtê daxuyand ku vê sibehê bi 2 dronan êrişî 2 navendên sînorî yên li bakurê welat hatine bombebaran kirin, di encamê de tenê zirarên madî çêbûn.

Berdevkê wezaretê serbaz Siûd Ebdulezîz El Itwan daxuyand ku her du dron ji Iraqê hatine, ji bo hedefgirtina kabloyên fîber ên optîk (girêdayî ragihandina daneyan in) hatibûn arastekirin, 2 navendên sînorî yên bakurê welat bombebaran kirin.

Berdevk da zanîn ku di encama êrişê de tenê zirarên madî çêbûne û tu hûrgiliyên dîtir nehatin parvekirin.

(fr)