Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê mizgeftek û çend avahî wêran kirin

Hêzên Îsraîlê şeva berê li Quneytîrayê mizgeftek, avahiyeke hikumetê û çend avahiyên li derdora wan wêran kirin.

Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê mizgeftek û çend avahî wêran kirin
24 nîsan, 2026   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê duh bi şev li Quneytîrayê Mizgefta Daxistan, avahiyeke dozgeriyê û çend avahiyên li derdora wan wêran kirin. Di heman demê de dengê teqînên xurt hat bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku dengên li hundirê Quneytîrayê hatine bihîstin ji ber teqandinên hêzên Îsraîlê bûn ku li hundirê bajêr kirine.

Li gorî SOHRˊê, êrişên wêrankirinê yên li dijî Mizgefta Daxistan, avahiya dozgeriyê û avahiyên li derdora wan, li gel berdewama rewşa nezelaliya van kiryaran hatin kirin û tu agahiyên fermî nehatine parvekirin.

(fr)