Di sazûmaniya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê de guhertin

Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê, ji Meclisa Rêveber a kantonê, Desteya Jinan, Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê re bi erêkirina partiyan û pêkhateyên kantonê, hevserokên nû hilbijartin.

16 mijdar, 2024   14:33
AMÛDÊ

Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê civîna xwe ya 14`an li avahiya xwe ya li Amûdê li dar xist.

Hevserokatiya Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Arya Mele Ehmed û Hikmet Hebîb, şêwirmendên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, nûnerên Meclisa Rêveber a kantonê, endamên Meclisa Gelan û nûnerên desteyan, tev li civînê bûn.

Di civînê de rewşa rêxistînî, ji bo temamkirina endamên Meclisa Gelan a kantona Cizîrê hatin nîqaşkirin. Dûre nûnerên Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM); Dawûd Liyas Ebdulehed, Butrus Heno, Nînorda Şamûn, Nalîn Reşo, Zilîxan Şewket Elî ji bo endamtiya meclisê ji aliyê endamên meclisê ve hatin hilbijartin.

Piştî wê, raporên Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê hatin xwendin.

Her wiha Rûhat Xelîl ji bo serokatiya Desteya Jinan, Zehra Şamo ji bo hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê, Îlham Hisên Ebdullah ji bo serokatiya Desteya Hundirîn bi erêkirina partiyan û pêkhateyan, hatin hilbijartin.

Meclisê bi erêkirina piraniya endaman, endamên nû hilbijartin.

Talet Yunis di meclisê de axivî û daxwaz kir ku erkdariya wî ya hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê bi dawî bibe û got: "Ez di hizura we de rexneya xwe didim, heke di karê min de kêmasî derketibe. Ez vê daxwazê ji we re pêşkêş dikim û hêvî dikim meclis erê bike. Ji hevalên xwe re serkeftinê û ji rêveberiyê re pêşketinê dixwazim."

Daxwaznameya Talet Yunis ji aliyê endamên meclisê ve bi piraniya dengan hate erêkirin. Li şûna wî Hesen Mihemed Reşo bi erêkirina piraniya endaman bû hevserokê nû yê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê.

Li gorî hevpeymana civakî ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12`ê Kanûna 2023`yan erê kiriye, du salan carekê hilbijartin çêbin. Lê ji ber ku şertên guncaw peyda nebûn, hilbijartin nehatin lidarxistin.

(şx)

ANHA