Li Kobanê 10 kes hatin destgîrkirin

Li gundekî Kobanê yê nêzî sînor 3 qaçaxçî û 7 kesên din ên ku hewl dida bi awayekî neqanûnî sînor derbas bikin, hatin destgîrkirin û gelek çek û alavên elektronîk ên bi wan re jî hatin desteserkirin.

Li Kobanê 10 kes hatin destgîrkirin
Li Kobanê 10 kes hatin destgîrkirin
Li Kobanê 10 kes hatin destgîrkirin
Li Kobanê 10 kes hatin destgîrkirin
10 tîrmeh, 2025   12:27
KOBANÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku di operasyoneke wan a li gundekî Kobanê yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê de, 10 kes hatine destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniyê piştî berhevkirina agahiyan û destnîşankirina gumanbaran, ji bo girtina wan bi Dozgeriya Giştî re hevrêzî hatiye kirin û di dema serdegirtinê de, hêzên wan rastî berxwedana gumanbaran hatine, lê “3 qaçaxçî û 7 kesên din ên ku hewl dida bi awayekî neqanûnî derbas bibin, hatine destgîrkirin”.

Her wiha bi kesên destgîrkirî re 5 tifingên nêçîrê, 4 tifingên Kalaşnîkov û 961 gule û 22 şarjorên wan, 2 bombeyên destan, demançeyek, dûrbîneke şevê û 1 dûrbîneie din hatine desteserkirin.