Medyaya cîhanê: PKK’ê gav avêt, dora Tirkiyeyê ye

Rojnameyeke amerîkî ku cih da banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku divê piştî her gaveke PKK’ê dewleta Tirk jî gavekê biavêje.

Medyaya cîhanê: PKK’ê gav avêt, dora Tirkiyeyê ye
10 tîrmeh, 2025   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên cîhanê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ku duh kiribû, nirxandin. Rojnameyan diyar kir ku divê dewleta Tirk jî gavan biavêje.

‘RÊBERÊ PKK’Ê BIDAWÎANÎNA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ RADIGIHÎNE Û BANGA PÊVAJOYA SIYASÎ DIKE’

Rojnameya New York Times a Amerîkayê diyar kir: "Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ku yekem car piştî zêdetirî 25 salan bi dîmen derket, ragihand ku têkoşîna çekdarî ya li dijî dewleta Tirk bi dawî bûye û banga têkoşîneke siyasî ya aştiyane ya li ser bingeha demokrasî û hiqûqê kir."

Rojnameyê bi domdarî destnîşan kir: "Ev banga piştrastkirina banga wî ya Sibata borî ye ku banga çekdanînê û tevlêbûna xebata siyasî ya şervanên partiyê dike."

Hate gotin, dîtina Rêber Abdullah Ocalan piştî zêdetirî 20 salan hêzeke mezintir dide vê bangê, ji ber ku xwedî cihekî sembolîk ê mezin di nava alîgirên xwe de tê dîtin.

‘PIŞTÎ HER GAVEKE PARTIYÊ DIVÊ JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE GAV BÊ AVÊTIN’

Rojnameya Financial Times a Brîtanyayê daxuyaniyên Rêber Abdullah Ocalan wek piştrastkirina bangên wî ku di Sibatê kiribû, nirxandin. Hate gotin, piştî banga Sibatê, PKK’ê gaveke bibandor avêt.

Li gorî rojnameyê, şîrovekar dibêjin divê li beramberî her gaveke PKK’ê, dewleta Tirk jî gavekê biavêje, lê dibe ku gav hêdî û qels be.

Çavdêr her wiha diyar dikin: "Dibe ku Erdogan vê pêvajoyê bikar bîne da ku destûrê biguherîne da ku ew bikaribe ji bo cara sêyemîn a hilbijartinên serokatiyê bibe namzet, nemaze ku li gorî destûra heyî du serdeman bibe serokkomar."

‘GUHERTINEKE DÎROKÎ: OCALAN BANGA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ DIKE’

Rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlê ragihand ku daxuyaniyên Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya guhertineke berfirehtir di xeta partiyê de pêk hat. Rojnameyê biryara Gulana borî ya PKK’ê ya xwe fesixkirinê û çekdanînê bi bîr xist. Hate diyarkirin ku li gorî analîstan û gelek raporan, ev daxuyanî nîşana bidawîhatina fermî ya "têkoşîna çekdarî" û destpêka "pêvajoyeke ber bi siyaseta demokratîk ve" ye.

(bb)