Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin

Komek ji siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rojnamevan û nivîskar ji bo daxuyaniya gerîla bişopîne ji Amedê bi rê ketin.

Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin
10 tîrmeh, 2025   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek gerîla li ser banga Rêber Abdulah Ocalan dê li bajarê Silêmaniyeyê yê başûrê ya Kurdistanê torena li dar bixe. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên ku li Amedê kom bûn û dixwazin torenê bişopînin.

Koma ku derdora 150 kes in û li pêşiya Stadyuma Amedê kom bû, ji bo torena sibe dê were lidarxistin ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, Serokê Giştî yê DAD'ê Zeynel Kete, Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter û ji MED TUHAD-FED'ê hin kesayet di nava komê de ne.