Li Kenyayê ji ber lehiyê 257 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Kenyayê baranên tund ku di nîva meha Adarê de destpêkirîn bandora xwe berdewam dike û her ku diçe bîlançoya ziyanên lehiyên ku encama baranê de rabûyîn giran dibe.

Li Kenyayê ji ber lehiyê 257 kesan jiyana xwe ji dest dan
10 gulan, 2024   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hikûmeta Kenyayê Isaac Mwaura bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên di karesata lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn gihişte 257’an û 188 kes jî birîndar bûne.

Mwaura diyar kir ku ji lehiyê 293 hezar û 661 kes bandorbûne û li gel van 61 navendên tenduristiyê jî zerer dîtine. Her wiha da zanîn ku 9 hezar û 816 donum zeviyên çandiniyê zerer dîtine û pêdiviyên bingehîn ên xwarinê li kesên ku ji lehiyê bandorbûyîn hatin belavkirin.

Berdevkê hikûmet Isaac Mwaurada ragihand ku li gelek aliyên welat lehî berdewamin û li gorî pêşbîniyên herî dawî yên rewşa hewayê diyar dikin ku li 31 herêman wê bahoz û baranên tund berdewam bikin.