Li kantona Firatê 9 bazirganên hişbirê hatin girtin

Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên kantona Firatê ragihand ku duh (9 Mijdar) li bajarê Kobanê 9 kesên hişbirê bi kar tînin û difiroşin girtin.

Li kantona Firatê 9 bazirganên hişbirê hatin girtin
Li kantona Firatê 9 bazirganên hişbirê hatin girtin
Li kantona Firatê 9 bazirganên hişbirê hatin girtin
Li kantona Firatê 9 bazirganên hişbirê hatin girtin
Li kantona Firatê 9 bazirganên hişbirê hatin girtin
10 mijdar, 2025   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê li bajarê Kobanê 9 kesên hişbirê bi kar tînin û difiroşin girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê duh, (9 Mijdar 2025) li bajarê Kobanê, piştî giliyek fermî ji Dozgeriya Giştî re hat, 9 kesên hişbirê bi kar tînin û difiroşin girtin.

Li gorî daxuyaniyê, piştî ku tîmeke pispor ji beşa lêgerîn û lêpirsînê hat avakirin û agahî û cihê gumanbar hatin komkirin, hêzan bi ser wan de girt û ew bazirgan girtin.

Di dema lêgerînê de hêzan 22 hebên kaptagonê û nêzî 2 gramên madeya krîstam meth dîtin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê aşkera kir ku lêpirsîn di bin çavdêriya Dozgeriya Giştî de berdewam dike û got ew ê hewldanên xwe yên berdewam ji bo têkoşîna li dijî bikaranîn û belavkirina madeyên hişbirê ji bo parastina ewlehî û aramiya civakê, bidomînin.

(fr)