Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi xelatkirinê bi dawî bû

Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn a ku 3 rojan li Qamişloyê hat lidarxistin bi xelatkirina 7 çîroknûsan bi dawî bû.

Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi xelatkirinê bi dawî bû
Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi xelatkirinê bi dawî bû
Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi xelatkirinê bi dawî bû
Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi xelatkirinê bi dawî bû
Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi xelatkirinê bi dawî bû
Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi xelatkirinê bi dawî bû
Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi xelatkirinê bi dawî bû
Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi xelatkirinê bi dawî bû
Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi xelatkirinê bi dawî bû
10 mijdar, 2025   22:47
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê bi hevkariya Desteya Çandê Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2'yemîn bi beşdariya 45 çîroknûsan li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Festîvalê 3 rojan dom kir. Di roja dawîn de çîroka bi zimanê Kurd ya bi navê "Tiliyên hinekirî" ji aliyê nivîskar Narîman Evdikê ve hat xwendin. Çîrok li ser 2 evîndaran e ku ji ber şer negihîştine mirazê xwe.

Bi zimanê Erebî jî çîrokek ji aliyê mamoste Ciwan Zekî Silo ve bi navê "Wesiyeta dayikekê" hat xwendin. Çîrok li ser leşkerekî ye ku hewl dide ji çeteyên DAIŞ'ê bireve û wesiyetê li hevalên xwe dike ku dayika wî berî veşartinê wî bibîne.

Piştre pêşbirkeke wêjeyî bi mêvanan re hat lidarxistin û tê de kesên serkeftî hatin xelatkirin. Hevserokatiya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê spasname li beşdaran belav kirin û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê hat xelatkirin.

Di çalakiya roja dawîn de hunermend Beha Şêxo stran pêşkêş kirin û sînevîzyonek li ser karê komîteya nirxandinê û xebatên wan ên hunerî û rewşenbîrî, hat pêşandan.

2 xelatên rexnegiriyê bi zimanê Kurdî ji bo mamoste Beşîr Mela Newaf û bi zimanê Erebî ji bo mamoste Ebdilmecîd Xelef hatin dayîn.

Di dawiyê de çîroknûsên serkeftî hatin xelatkirin.

Çîroknûsên serkeftî yên bi zimanê Erebî nivîsandine ev in:

Yekemîn: Kurdistan Yûsif, kurteçîroka "Gustîla li ser sênîka sar"

Duyemîn: Diyaa Îskender, kurteçîroka "Rûpela dawîn" û Xelîl Ehmed kurteçîroka "Got na û çû".

Sêyemîn: Kawa Ebdurehman Derwîş, kurteçîroka "Bermahiyên dadgerekî karbes"

Çîroknûsên serkeftî yên bi zimanê Kurdî nivîsandine ev in:

Yekemîn: Medya Berekat, kurteçîroka "Gustîlk"

Duyemîn: Adil Îbrahîm, kurteçîroka "Miriyê ku sax bû"

Sêyemîn: Şêrîn Hesen Yûsif, kurteçîroka "Bê Sîma"

Di dawiya festîvalê de Botan Hoşê û Amir Ferso peyam bi zimanên Kurdî û Erebî xwendin û girîngî da rola festîvalê di xurtkirina çand û wêjeyê de.

(mh/fr)

ANHA