Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên DAIŞˊê bombebaran kirin

Êrişên çeteyên DAIŞ'ê li dijî nuqte û baregehên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê û hevkarên wê yên li çolistana Sûriyeyê zêde bûne.

Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên DAIŞˊê bombebaran kirin
16 gulan, 2024   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku ev 2 roj e balafirên şer ên Rûsyayê li dijî deverên bicihbûna çeteyên DAIŞ'ê li çolistana gundewarê Reqayê yên di bin kontrola hêzên Şamê de êrişên hewayî pêk tîne.

Ev êriş, piştî çalakbûna çeteyên DAIŞ'ê û êrişên wan li dijî hêzên Şamê û "Dîfa Wetenî" li çolistana Sûriyeyê, hatin pêkanîn.

Duh balafirên şer ên Rûsyayê êrişî deverên bicihbûna çeteyên DAIŞ'ê ku ji wan deveran êrişên xwe li çolistana Sûriyeyê pêk dianîn, kir.

Ew dever li gundewarê Hema, Reqa û Resafê yên çolistanê ne.

(mh)