Dagirkeran 5 hezar û 720 dar şewitandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 572 hektar, 5 hezar û 720 dar şewitandin.

Dagirkeran 5 hezar û 720 dar şewitandin
1 tebax 2024   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku çeteyên ’Ceyn El Wetenî" yên artêşa Tirk a dagirker û kesên li herêmê hatine bicihkirin, di hefteya dawîn ya Tîrmehê de li gundên Meydana, Şêx Mihemedlî, Sêmalka, Kawinda, Edamo, Hesen, navbera gundên Cerqa û Elemdara û navbera gundên Kermok û Sêmala de agir bi daristanan xistin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye bîlançoya şewitandina daran wiha ye:

Çeteyên "Ceyş El Wetenî" û kesên ku ji aliyên wan ve li herêm hatine bicihkirin, li gundên Meydana û Sêmalka yên bajarê Racoyê 372 hektarên darên berû, zeytûn û gêlas şewitandin

Li gundê Avraza yê bajarê Mabatayê 160 hektar hat şewitandin.

Li gundê Hesen ê Racoyê ye 40 hektar hat şewitandin.

Hejmara darên ji Meydana heta gundê Sêmalkayê hatine şewitandin nêzî hezar û 960 e.

Hejmara darên zeytûnê yên hatine şewitandin derdora 3 hezar û 760.