Li Tirbespiyê 46 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê 46 şehîdên ku di dem û cihên cuda şehîd bûne bi merasîmekê bi bîr anîn.

Li Tirbespiyê 46 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 46 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 46 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 46 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 46 şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn
24 tîrmeh, 2025   13:03
QAMIŞLIO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê 46 şehîdên di dem û cihên cuda yên meha Hizêran û Tîrmehê de şehîd bûne bi bîr anîn. Merasîm li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajêr bi amadebûna malbatên şehîdan û saziyên civaka sivîl hat lidarxistin  .

Paşê rêvebera Mclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî. Cewahir got "Bi fedekarî û lehengiya şehîdên me destkeftiyên me hatin parastin."

Cewahir diyar kir ku şehîdan ji bo tevahî gelan canê xwe feda kirin û ev tişt anî ziman: "Em tu carî keda şehîdên xwe ji bîr nakin. Ji ber wan şehîdan di oxira gelan biparêzin de canê xwe feda kirin. Em îro wan bi rêzdarî bi bîr tînin."

Cewahir Osman destnîşan kir ku armanca şehîdan ew bû ku hemû pêkhateyên bigihîne hev û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bi saya şehîdan îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biratiya gelan heye. Armanca şehîdên pirojeya neteweya demokratîk xurt bikin."

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û temaşekirina senevizyonekê tê de wêneyên şehîdan hebû, bi dawî bû.

(ex/fr)

ANHA