Bloka Netanyahu di hilbijartinên Îsraîlê de daket 53 kursiyan

Li Îsraîlê ji sedî 85,6 dengan hatin hejmartin. Bloka ku Benjamin Netanyahu serokatiya wê dike 53 kursî û bloka ku Gadi Eisenko pêşengiya wê dike 48 kursî bi dest xistin. Partiyên Ereb bi tevahî 19 kursî bi dest xistin û dikare roleke diyarker bilîze.

Bloka Netanyahu di hilbijartinên Îsraîlê de daket 53 kursiyan
28 cotmeh, 2026   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Îsraîlê piştî hilbijartinên giştî hejmartina dengan dewam dike û hesabên avakirina hikûmetê jî zêde bûne. Li gorî encamên demkî yên ku ji sedî 85,6 hatine hejmartin bloka ku Benjamin Netanyahu serokatiya wê dike 53 kursî û bloka ku Gadi Eisenko pêşengiya wê dike 48 kursî bi dest xistin. 

Partiyên Ereb bi tevahî 19 kursî bi dest xistin. Lîsteya Hevpar a Ereban 12, Ra’amê jî 7 kursî bi dest xistin. Partiya Lîkudê daket 26 kursiyan, Yashar! jî di 21 kursiyan de ma. Hîn encam teqez nebûne.