Tom Barrack têkildarî êrişa Îsraîlê ya li ser Ebû El Duhûr hişyarî da

Nûnerê Amerîka yê Taybet li Sûriye û Iraqê Tom Barrack got, êrişa Îsraîlê ya li ser balafirgeha leşkerî ya Ebû El Duhûr xetereyeke rasteqîn a şerekî leşkerî di navbera Îsraîl, Tirkiye û Sûriyeyê de hildigirt. Barrack her tevgereke balafiran ên bêyî hişyarkirin û agahdarkirinên pêşîn bi "lîstokeke xeternak" bi nav kir.

Tom Barrack têkildarî êrişa Îsraîlê ya li ser Ebû El Duhûr hişyarî da
22 tebax, 2026   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Amerîka yê Taybet yê Sûriyeyê û Iraqê Tom Barrack têkildarî êrişa Îsraîlê ya li ser balafirgeha leşkerî ya Ebû El Duhûr a li Idilbê hişyarî da. 

Barrack anî ziman ku tevgerên hewayî yên ku bêyî hişyarî û bêyî agahdariyên pêşîn, dibe ku rageşiyeke xeternak bi xwe re bîne.

Li gorî Ajansa Bloomberg, Barrack ku bi rêya You Tube beşdarî podcastekê ya li gel Mario Noval bibû anî got, îhtîmaleke mezin heye ku Îsraîlê bi êrişa 18‘ê Tebaxê ya li bakurê Sûriyeyê hewl dide Tirkiyeyê tengezar bike. Barrack ev hewldan bi "lîstokeke xeternak" bi nav kir.

Tom Barrack di hepeyvîneke li gel rojnameya The Jerusalem Post de jî destnîşan kir ku agahiyên hêzên Tirkiyeyê ji firîna balafirên Îsraîlê ber bi barageha li Sûriyeyê ve û armancên wê tune bûn û got, "Ev yek dikaribû bibe sedema ku Tirkiyeyê bi texmîna rastî êrişekê tê, balafirên xwe şandiba."

Barrack anî ziman ku ji ber qurbanî û rageşî çêbûn ew dilrehet bûn, lê da zanîn ku tunebûna kanalên ragihandinê yên pê bawer rewşê pir kirîtîk dike, lew ra guhertineke lezgîn hewce dike.

Barrack bûyera berî deh salan a xistina balafireke Rûsya ji aliyê Tirkiyeyê jî bi xîr xist û got, hebûna balafiran nêzî sînor bêyî agahdarkirinên pêşî an peymanekê encamên xeternak bi xwe re tîne.

Nûnerê Amerîka yê Taybet li Sûriyeyê û Iraqê Tom Barrack destnîşan kir ku armanên pêşîn ên DYA‘yê ew e ku di kêmkirina rageşiyên di navbera Enqere û Qudsê de bibe alîkarî. Her wiha bang li hemû aliyan kir ku bi sebir berê xwe bidin çareseriyeke mayînde û got, "plana Trump rêyeke ku dikare were pêkanîn pêşkêş dike, eger derfet û destek jê re werin dayîn dikare bi ser bikeve."

(sb)