Li Humsê xelk ji hilweşandina malan ne razî ye

Hikumeta demkî di bin navê `avahiyên muxalif` de li taxa El Mezrea ya bajarê Humsê mal hilweşandin, şênî jî li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe anî ziman.

Li Humsê xelk ji hilweşandina malan ne razî ye
29 hezîran, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên taxa El Mezrea ya bajarê Humsê li hemberî hilweşandina malan derketin û nerazîbûna xwe anî ziman. Hikumeta demkî bi hinceta  avahî muxalif hatine lêkirin, mal hilweşandin.

Nûçegihanê me agahî da ku şêniyên taxê ji hilweşandina malan ne razî ne û li dijî wê derketine. Hêzên ewlehiyê li herêmê belav bûne.

Li gorî gelek navendên lêkolînê li Sûriyeyê berî sala 2011`an ji sedî 30-40 avahî muxalif hatine lêkirin û piştî şer û koçberiyê ev yek zêde bû.

(np)