Kesên nenas agir berda gora şêx Nasir El Hekîm a li Humsê

Kesên nenas gora şêx Nasir El Hekîm a li Humsê şewitand. Şêniyên herêmê doza lêpirsînê û parastina deverên olî kir.

Kesên nenas agir berda gora şêx Nasir El Hekîm a li Humsê
29 hezîran, 2026   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesên nenas agir berda gora şêx Nasir El Hekîm a li gundê El Erîda yê li rojavayê Humsê. Li gorî nûçegihanê me, şewat di hundirê goristanê de derket û ziyana madî li hin beşên wê bû.

Heta niha tu dezgeheke fermî yan ên ewlekariyê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

Gora şêx Nasir El Hekîm ji bo civaka Elewî li herêma El Erîda ya Humsê cihekî olî yê navdar e û ji hêla şêniyên herêmê ve tê ziyaretkirin.

(k)