Li Şedadê karmendan xwepêşandan kir

Karmendên Kargeha Cibisa ya gazê li bajarê Şedadî, li dijî mekanîzmayên tayînkirina karmendan xwepêşandanek li dar xist û daxwaza lêpirsîneke li ser tayînkirinên dawîn kirin.

Li Şedadê karmendan xwepêşandan kir
29 hezîran, 2026   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke karmendên Kargeha Cibisa ya gazê ya li bajarê Şedadê, li dijî mekanîzmayên tayînkirina karmendan xwepêşandanek li dar xist û daxwaza lêpirsînek li ser tayînkirinên dawî kirin.

Karmendan daxwaza lêpirsîna awayên tayînkirina karmendan kir, her wiha rayedarên kargehê bi gendeliyê tawanbar kirin.

Li kargeha Cibisa ya gazê di demên dawîn de hin kes hatin tayînkirin, lê karmendên berê li hember mekanîzma û rêzikên tayînkirinê nerazîbûn nîşan dan.

(k)