Hêzên Îsraîlê bendên kontrolê li Quneytîrayê danî

Hêzên Îsraîlê bi tank û wesayîtên leşkerî derbasî gundewarê Quneytîrayê bûn û bendeke kontrolê danî.

Hêzên Îsraîlê bendên kontrolê li Quneytîrayê danî
29 cotmeh, 2026   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê li ser rêya bajarokên Semdaniya Şerqiye û Ecref ên Quneytîrayê bendeke kontrolê danî û çûn û hatina rêwiyan asteng kir.

Li gundewarê bakurê Quneytîrayê jî, dewriyeyek Îsraîlê ya ji 3 wesayîtan pêk tê li ser rêya Cubata El Xeşeb-Eyn Bêda bendeke kontrolê danî. Hemwextî wê dronên keşfê li asîmanê Şamê û gundewarê geriyan.

Hêzeke Îsraîlê ya ji 2 tankan pêk tê derbasî derdora bajarokê Cubata El Xeşebê bû.

(f)