Li Humsê êrişeke çekdarî li dijî mizgefta elewiyan

Li taxa El Nuzha ya bajarê Humsê komeke çekdar êrişî mizgeftekê kirin. Çekdaran, êriş mele kirin û gefa kuştinê lê xwarin heke bi rêbazê caferî banga nimêjê bike. Her wiha di encama êrişê de komîteya mizgeftê istifa kir.

Li Humsê êrişeke çekdarî li dijî mizgefta elewiyan
27 îlon, 2025   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa El Nuzha ya bajarê Humsê, ku piraniya taxê elewî ne, komeke çekdarên rûpoş êrişî mizgefta Îmam Cafer El Sadiq kirin. Ev mizgeft taybet a elewiyan e. Çekdaran li meleyê xistin, gef lê xwarin ku li gorî mezhebê Caferî banga nimêjê neke. 

Radyoya Şam TV, bi bîr xistin ku meleyê mizgeftê piştî êrişê îstifa kir.  

Ev ne cara yekê ye ku êrişek bi vî rengî çêdibe. Beriya 4 mehan dîsa êriş meleyekî hate kirin û di encamê de îstifa kir. Wê demê dîsa gef li mele hate xwarin ku gotinên taybet ên mezheba Caferî bi kar neyne.

Piştî van êrişan, Meclisa Îslamî ya Elewiyan a li Humsê biryar da ku xizmetên olî li mizgeftê heta demeke ne diyar rawestîne ta ku parastin ji meleyên mizgeftan re dabîn dibe.

Hêjayî gotinê ye ku mizgefta Îmam Cafer El Sadiq sala 1963’yan bi hewildanên niştecihên taxê yên xwebexiş hate avakirin û ji wê rojê heta van êrişan ji bo nimêjê vekirî maye.

(ac/şx)