‘Hêviya me azadiya fîzikî ya Rêber Apo ye’

Şêniyên Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û mafê hêviyê pêk nayne û got "Hêviya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

‘Hêviya me azadiya fîzikî ya Rêber Apo ye’
28 îlon, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyên bajarê Kobanê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û mafê hêviyê ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.

Litfiye Mehmûd Silêman diyar kir ku gelê Kobanê li benda azadiya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha got: "Heta Rêber Apo bi fizîkî azad nebe tu çareserî çênabe. Ji ber ku hêviya me û gelê me ew e ku em êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Litfiyeyê anî ziman ku ew azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û got: "Êdî sebra me nemaye, ji ber ku Rêberê me di nava çar dîwaran de ye.”

Sebrî Mehmûd jî got fikrên Rêber Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bûne û wiha pê de çû: “Hêviya her kesî azadiya Rêber Apo ye, ji ber ku bi azadiya Rêber Apo re em jî azad bibin.”

‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN E’

Mehmûd got: "Rêber Apo projeya neteweya demokratîk daye destpêkirin, divê ew jî bi fîzîkî azad bibe da ku pêvajo bi rê ve biçe. Ji ber ku her ku diçe alozî li cîhanê gurtir dibe, tenê Rêber Apo dikare van aloziyan çareser bike. Lewma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkan e.”

‘EM JI DEWLETA TIRK RE DIBÊJIN ÊDÎ BES E’

Nadiya Hiso jî destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, divê xwedî lê derkevin û got: "Peyama Rêber Apo peyama aştiyê ye. Lê dewleta Tirk hemû mafan binpê dike. Em ji dewleta Tirk re dibêjin êdî bes e, em Rêberê xwe bi fîzîkî di nava xwe de dixwazin.”

Nadiya di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Heya em Rêberê xwe di nava xwe de nebînin, em ê tu carî çalakiyên xwe ranewestînin û hêviya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

(ha)

ANHA