`Divê pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de cih bigirin`

Qahîrayê got ku ew piştgiriya yekitiya Sûriyeyê û vgerandina serdestiya wê dikin û diyar kir ku divê pêkhateyên Sûriyeyê cihê xwe di pêvajoya siyasî de bigirin ji ber ku bingeha sepandina aramiya domdar e.

`Divê pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de cih bigirin`
27 îlon, 2025   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Misrê Bedir Ebdulatî li New Yorkê di dema civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi wezîrê karên derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiya û piştgiriya Misrê ji bo vegerandina serweriya Sûriyeyê anî ziman.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Misrê ve hat weşandin de, Ebdulatî helwesta Misrê ya li ser pêwîstiya parastina yekîtiya xaka Sûriyê û berhemên gelê Sûriyê piştrast kir.

Her wiha wezîrê karên derve yê Misrê diyar kir ku pêvajoyeke siyasî bi beşdariya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê, stûneke bingehîn e ji bo bidestxistina aramiya domdar. Ebdulatî, girîngiya berdewamiya hewldanên ji bo têkoşîna li dijî terorê destnîşan kir.

Bedir Ebdulatî di dawiyê de destnîşna kir ku Misir di danûstandinên xwe yên herêmî û navneteweyî de teqezî bi girîngiya rêzgirtinê ji yekitî û serdestiya Sûriyeyê dike.

(ac/şx)