Bi çekên giran gundên Siwêdayê hatin topbarankirin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi çekên giran gundên başûrê bajarê Siwêdayê topbaran kirin.

Bi çekên giran gundên Siwêdayê hatin topbarankirin
10 mijdar, 2025   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji gundewarê Siwêdayê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz bi çekên giran derdora bajarokê Resas û gundê Sîmer ên başûrê bajarê Siwêdayê topbaran kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber topbarana bêserûber şênî tirsiyan. Lê heta niha agahiyên der barê birîndariyan de nehatine bidestxistin.

(mh/fr)