Li Humsê êrişa çekdarî; 2 kes hatin qetilkirin

Çekdarên nenas li taxeke bajarê Humsê êrişek çekdarî pêk anî, di encamê de 2 kes hatin qetilkirin

Li Humsê êrişa çekdarî; 2 kes hatin qetilkirin
18 sibat, 2026   23:33
HUMS

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê ragihand ku çekdarên nenas li taxa Ekreme ya bajarê Humsê gule berdan ciwan û keçekê, ciwanê bi navê Xidir Kerakît di cih de hat qetilkirin.

Nûçegihan anî ziman ku ew keç destgirtiya wî ciwanî bû, lê ew jî birîndar bûbû. Ji ber birîna wê ya giran jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer li nêzî dibistana Nazim El Etreş pêk hat.

(fr)