Parêzgarê Hesekê meha Remezanê li gelê herêmê pîroz kir

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed bi wesîleya hatina meha Remezanê peyamek pîrozbahiyê ji bo xelkê parêzgehê da û hêvî kir ku ev meh bibe wesîleya xêr û bereketê, aramî û ewlehî misoger bibe.

Parêzgarê Hesekê meha Remezanê li gelê herêmê pîroz kir
18 sibat, 2026   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya hatina meha Remezanê Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed peyamek pîrozbahiyê da û hêvî kir ku ev meh bibe meha xêr, ewlehî, aramî û aştiyê ji bo tevahî xelkê parêzgehê.

Parêzgar di peyama xwe de got Hesekê bi dîroka xwe ya kevnar a bi dirêjahiya şaristaniyan û bi dewlemendiya xwe ya pirrengiya pêkhateyên xwe yên civakî hîna modela jiyana hevbeş û hevgirtinê ye.

Parêzgar peyama xwe bi gotina "Her sal hûn di xêr û xweşiyê de bin, Remezan li we pîroz be" bi dawî kir.

(fr)