Li bajarê Darmstadtê yê Almanyayê meş û mitînga ‘Ji Rêber Apo re Azadî’

Di meş û mitînga ku li bajarê Darmstadt ê Almanyayê hatin lidarxistin de, daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.

Li bajarê Darmstadtê yê Almanyayê meş û mitînga ‘Ji Rêber Apo re Azadî’
18 sibat, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê, bi daxwaza azadiya Rêber Apo meş û mitîngekî girseyî hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rosa û Meclîsa Gel a Kurd hate pêkanîn û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk û Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Meş ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê piştre ji kolanên herî qelebalix ê bajêr dest bi meşê kirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” berzkirin. Di tevahiya meşê de daxwazên azadî, aştî û rakirina tecrîdê derketin pêş.

Kurdistanî piştî meşê, li Luisenplatzê li hev civiyan û mitîngek li dar xistin. Di axaftinên li vir hatin kirin de, hate diyarkirin ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqî ye û azadiya Rêber Apo li Rojhilata Navîn kilîda aştiyê ye.

Dayika şehîd Selamet Mat ku di mitîngê de axivî wiha got, “Heta ku Rêbertiya xwe bi awayekî azad di nava xwe de bibînin wê têkoşîna me dewam bike. Em ê nesekinin. Ji ber ku ew ne tenê rêberê gelê Kurd e, mîmarê xwişk-biratî û aştiyê ye. Ew li Rojhilata Navîn mîmara aştiyê ye.”

Mitînga ku bi sedan kes tevî hewaya sar jî qadê netirkandin, bi dirûşmeyan bi dawî bû. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku daxwaza azadiya Rêber Apo bi biryardarî dewam bike û têkoşîna li dijî tecrîdê were mezinkirin.