Li bajarên Kantona Cizîrê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin

Şêniyên bajarên kantona Cizîrê bi boneya Roja Kobanê ya Cîanê rêzeçalakî li dar xistin. Şêniyan  diyar kir ku bajar bûye sembolek cîhanê ya têkoşîna li dijî terorîzmê û parastina azadî û mirovahiyê.

1 mijdar, 2025   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajar û herêmên kantona Cizîrê, îro "Roja Hevgirtinê bi Berxwedana Kobaniyê ya Cîhanê re" pîroz kirin, û diyar kirin.

TIL TIMR Û ZIRGAN

Li bajarê Tel Temrê, şêniyên bajêr û yên Zirganê û çalakiyek bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê li dar xistin. Endamên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û ciwanan, malbatên şehîdan û rûspiyên eşîran, beşdar bûn.

Di çalakiyê de, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê Îsa Receb axivî û diyar kir ku ev roj ne tenê bîranînek e, lê belê nîşaneke berxwedana berdewam a li dijî her cûre dagirkerî û êrişkariyê ye, bi taybet polîtîkayên Tirkiyeyê ya ku hewl dida aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.

Di çalakiyê de Koma Şoreş ya Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê stran pêşkêş kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li bajarê Girkê Legê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi vê boneyê daxuyaniyek da û da zanîn ku berxwedana li Kobaniyê bû destpêka têkçûna "terorîzmê" û yekbûna gelan li ser bingeha biratiya demokratîk ".

Di daxuyaniyê de "Roja Kobanê ya Cîhanê" wekî serkeftinek ji bo gel bi nav kir, rojek ku tê de îradeya mirovan hate nîşandan.

Her wiha hat gotin, "Roja Kobanê ya Cîhanê roja pîrozkirina serkeftina nirxên mirovahiyê li dijî tariyê ye, ji ber ku serkeftina li Kobanê serkeftina her  mirovekî ku baweriya wan bi rûmet û mirovahiyê tê ye."

(k)

ANHA