Komxebata `Av û aştî hevkariyeke bi hêz ji bo pêşerojeke geş` dest pê kir

Komxebata "Av û aştî hevkariyeke bi hêz ji bo pêşerojeke geş" bi amadebûna Gelek akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Qamişloyê dest pê kir.

25 tebax, 2024   12:34
QAMIŞLO

Yekitiya Şaredariyan û Gerînendetiya Avê ya kantona Cizîrê komxebata "Av û aştî hevkariyeke bi hêz ji bo pêşerojeke geş" hemwextî hefteya avê ya cîhanê ku ji 25`ê Tebaxê heta 29`ê Tebaxê ye, ya hate dest pê kir.

Komxebatê li hola Nêrgiz a bajarê Qamişloyê bi amadebûna Nûnerên sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinên civaka sivîl û bi dehan akademîsyen hate lidarxistin.

Di komxebatê de, Cîgira hevserokatiya Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Bêrîvan balkişand ser girîngiya lidarxistina komxebatê ku li herêmê gelek zehmetî di qada avê de tê kişandin.

Bêrîvan wiha domand: "Li cîhanê û herêmê av pirsgirêka herî girêk e û di xetereyê de ye. Av wek amûreke şer li dijî herêmê tê bikaranîn. Dewleta Tirk ava çemê Firatê û stasyona Elûkê li ser herêmê qut kiri ye."

Wê di komxebatê de semînerek bi sernavê "Av, girîngî û jêderên wê li kantona Cizîrê ku dê ji aliyê hevseroka Gerînendetiya Avê ya kantona Cizîrê Bêrîvan Selo ve bê dayîn,

semînerek li ser ava bîran bi sernavê "Ava bîran li herêmê û zehmetî" ku dê ji aliyê profesorê zanîstên jeolojiyê ya zanîngeha Rojava Nîzar Xelîf ve bê dayîn,

semînerek bi sernavê "Bandora rêbazên avdanê li ser ava bîran" ku ji aliyê lêkolînerê kar û barên teknoloiya nûjen ya avdanê Emîn Arif ve bê dayîn

semînerek bi nav nîşan "Têkiliyan jinan bi avê re" ku dê ji aliyê endama beşa jineolojiyê ya zanîngeha Rojava Zozan Mihemed ve bên dayîn.

ANHA