Xelkê Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê Komploya 9`ê Cotmehê şermezar kir

Li Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê gel ji bo şermezarkirina Komploya 9`ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li dar xist û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

8 cotmeh, 2026   13:48
QAMIŞLO

Li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo gel xwepêşandan bi dirûşma “Bi însiyatîfa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Komploya Navneteweyî û sîstema Îmraliyê hildiweşe” xwepêşandan organîze kir.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û heyanî Çerxerêya Şehîdan berdewam kir. Di xwepêşandanê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Azadî ji bo Rêber Ocalan” hatin berzkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Însiyatîfa Gel Şêrîn Dawûd axivî û got Komploya 9`ê Cotmehê ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû, tevahiya gelê Kurd bû hedef û wiha lê zêde kir: “Azadiya Rêbertî azadiya tevahî gelê Kurd e. Pêvajo hesase û ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk biser bikeve divê em baş bixebitin û entegrasyona demokratîk fêm bikin. Entegrasyona demokratîk nayê wateya ku gelê Kurd bihelê, divê em ziman, çand û nasnameya xwe tu carî jibîr nekin, ev pêvajo bi dîrok û siberoja me ve girêdayî ye.”

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê jî gel ji avahiya meclisa bajêr heyanî dawiya bazara navendî meşiya.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û sembolên kurdî hatin rakirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Însiyatîfa Gel Munteha Mehmûd axivî û got: “Sîstem her tim nasname û çanda gelan înkar dike, gelê Kurd daxwaza mafê xwe yê rewa dike. Her wiha em daxwaz dikin ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.”

AMÛDÊ

Her wiha gelê Amûdê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9`ê Cotmehê meş li dar xist. Meşê bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” ji Çerxerêya Jinê dest pê kir û heyanî Qada Şehîd Cîhan dewam kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtine rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nîroz Elî axivî û got ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên xwe berdewam bikin.

Her wiha mamoste Arşek Baravî axivî û bal kişand ser rolê civakê di parastina ziman û mafên çandî de, girîngiya zimanê dayikê anî ziman û destnîşan kir ku divê parastina mafê xwe yê xwendina bi zimanê kurdî bikin.

(np)

ANHA